Daxûyaniya hevbeş a civîna PDK - YNK

Piştî civîna di navbeyna Politburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, daxûyaniya hevbeş a civîna PDK – YNK hate ragihandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî civîna di navbeyna Politburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, daxûyaniya hevbeş a civîna PDK – YNK hate ragihandin.

Di daxûyaniya civînê, ku liser daxwaza YNK pêkhatî de, 4 xalên hevbeş hatin eşkere kirin.

Ligor daxûyaniyê: Pêwendiyên PDK û YNK di çarçoveya pêkanîna piştgiriyek bihêz ji hukimeta Kurdistanê re dive bên pêşxistin, bi awayek domdar ev pêwendî lidar bikeve, ji bo çareseriya pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û bexdayê de jî, xebatên hevbeş bên lidarxistin.

Herweha giringiya hevxebatê ji bo çareseriya pirsgîrekên herêmên Kurdistanî yên derveyî Idareya herêma Kurdistanê, bi taybetî Kerkûkê hat ziman, giringiya pêkanîna projeyan Komisyonek ji bo sistematize kirina pêwendiyên navxweyî yên Kurdistanê, yên ligel Bexdayê û yên derve jî, hate biryar dan.

Daxûyanî, piştgiriya xwe ji Komisyona ji bo damezrandina hukimeta herêma Kurdistanê, aliyên ku di hukimeta hevkar cîh bigrin de û beşdariya alî pêkhateyan anî ziman.

 

 

C.B