M.Ismaîl: Xebata Serok Barzanî metirsiyên liser rojavayê Kurdistanê kêm kirin

Mhemed ismail herweha anî ziman ku: Civîna şanda ENKS ligel Serok Barzanî gelek sûdmend bû ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Endame Desteya Birêvebir ê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Berpirsê Rêvebir ê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mhemed Ismaîl ji Kurdistan24 re ragihand ku, Serok Barzanî xebatek giring di asta herêmî û navneteweyî ya diplomasiyê de  ji bo kêmkirina metirsiya liser rojavayê Kurdistanê kiriye.

Mhemed ismail herweha anî ziman ku: Civîna şanda ENKS ligel Serok Barzanî gelek sûdmend bû ye. Piştî biryara Serokê Amerikayê Donald Trump a vekşîna Hêzên Amerikayê ji rojavayê Kurdistanê dilgiraniyek ligel  Serok Barzanî liser rewşa rojavayê Kurdistanê peyda bû ye û Wî, jib o kêmkirina metirsiyên liser rojavayê Kurdistanê xebatek berfereh birêve biriye. Di encama keda Serok Barzanî de metirsiyên liser rojavayê Kurdistanê kêm bûn e. Lê dive di asta navxweyî ya rojavayê Kurdistanê de xebata bihêzkirina diplomasiyê, yekrêziyek demokrat û yeksan, desthilatek pirralî, bi amadebûna di destê yekem de Tev-Dem/PYD û ENKS de, herweha pekhate û aliyên din ên deverê liser binemaya demokrasiyê, yeksaniyê, serbazî, ewleyî û h w d ava bibe.

Berpirsê Rêvebir ê Politburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S), herweha diyarkir ku, ENKS amade ye liser bîngeha demokrasiyê û berjewendiya neteweyî, bi bicîhanîna atmosferek ewle, aştiyane, piştî ku Ofîsên aliyan hatin vekirin, girtî hatin berdan, xebata niştimanî-demokrat azadane lidar ket – ligel Tev-Dem/PYD bicivin û struktura yekrêziyek Kurdî bi amadebûna aliyek çavdêr/garantor lidar bixin.