Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîkî pêşhatên navçê û pêwendiyên dualî guftûgo dikin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê û raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek û şanda pê re civiyan û pêşhatên navçê bi giştî û pêwendiyên dualî di warên cuda de hatin guftûgokirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinê de, ku Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin herwiha Nûnera Hikûmeta Kurdistanê li Amerîka Beyan Samî Ebdilrehman jî beşdar bûn, Mesrûr Barzanî ronî xiste ser proseya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ragihand, wan dest bi pêngavan destpê kirine û di dema xwe ya diyarkirî de kabîne ji bo bawerî û sûndxwarinê tê pêş Palemanê.

Herwiha amaje bi rewş û proseya siyasî ya Iraqê hat kirin û tekezî li çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane, di çarçova destûrê de hate kirin.

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîka jî hêviya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re xwast û ragihand, Amerîka amade ye hevkariya Kurdistanê bike û pêwendiyên xwe bi Hewlêrê re bihêztir bike.

S. B