HSD 20 DAIŞî li Dêrazorê girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
HSDê girtina 20 Çekdarên DAÎŞê li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê ragehand.
Navenda Ragehandina Hêzên Sûriya Demûkrat HSDê di daxûyaniyekê de ragehand, Hêzên wan dest bi operasyonekê li ser paşmayên DAÎŞê li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê kiriye, di encam de 20 çekdarên DAÎŞê hatine girtin.
HSDê diyar jî kir, hêzên wan dest daniye ser hejmarek çek û teqemenî, ku DAÎŞê di tûnelên xwe de veşartibûn.
C.B