Hêza serbazî dihêt şandin bo Dîqar û Besre

Xwenîşandan û nerazîbûna xelkê Bexda û bajarên din yên Îraqê berdewam in û hêza serbazî hihêt şandin bo Dîqar û Besre.

K24- Hewlêr

Xwenîşandan û nerazîbûna xelkê Bexda û bajarên din yên Îraqê berdewam in û hêza serbazî hihêt şandin bo Dîqar û Besre.

di xwenşandanên duhî de li Îraqê, li Bexda bi sedema bikarhînana gaza hêsiran ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve dijî xwenîşanderan, 13 kes hevrûşî bihin tengîyê bûn. Herweha li Wasit û Dîqar, bi hev dadan di navbera xwenîşander û hêzên ewlekarîyê durist bû, nujdarek û karmendeke saxelmîyê li Nasirîye hatin kuştin.

Hevdem bo paraztina girtîxane û zîndanan, 500 serbaz bo Dîqar û 150 serbazên din jî bo Besre hatin şandin.

 Li gor dawîn amara qurbanîyên xwenîşandanan jî,  heya niha 433 kes hetîne kuştin û nêzîkî 20 hezar kes jî birîndar bûne.