Amerika û Îran ber bi diyalogê ve?

Pispor dibêjin, ku dorpêça Amerika liser Îranê bandorek mezin liser bazarê û aboriya Îranê kiriye û Îran derfet nîn e, di pêvajoyek dûvûdirêj de bikaribe xwe beramberî van dorpêçan liber xwe bide

K24 – Navenda Nûçeyan

Trump bi rêya welatek Erebî  daxwaza hevdîtinê ji Rêberê Îranê Xamneyî dike.

Rojnameyek Kuwêtî belavkiriye, ku niha welatê 'Eman bi daxwaz û destpêşxeriya Amerîka navbeynkariyê dike, ku liser ast a bilind, Amerîka û Îran bi gotûbêjan pirsgirêkên xwe çareser bikin û keştiya Abraham Lînkoln jî, bi awayekê pêştir nebûye, û ji sînorên avî yên Îranê dûr dikeve.

Di herêmê de her çend aloziya di navbeyna Îranê û Amerika de gihiştiye astek metirsîdar jî, nayê payîn ku bigihe şerek germ.

Pispor dibêjin, ku dorpêça Amerika liser Îranê bandorek mezin liser bazarê û aboriya Îranê kiriye û Îran derfet nîn e, di pêvajoyek dûvûdirêj de bikaribe xwe beramberî van dorpêçan liber xwe bide. Dinav çendîn mehan de, dê Îran daxwaza danûstandinan ligel Amerîka bike û mercên Amerika bicîh bîn e.

 

 

 

C.B