Hêmin Hewramî: Divê Herêma Kurdistanê bibe xwedî destûr

Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, wan daxwaz ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê kir, ji bo dariştina destûrekê ji Herêma Kurdistanê hevkariya Parlemana Kurdistanê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragihand, wan daxwaz ji Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê kir, ji bo dariştina destûrekê ji Herêma Kurdistanê hevkariya Parlemana Kurdistanê bike.

Bi boneya 49emîn salvegera damezirandina Yekitiya Zanayên Olî ya Îslamê ya Kurdistanê Desteya, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê Îro serdana Nivîsgeha Cibicîkar a wê Yekitiyê li Hewlêrê kir.

Cîgirê Serokê Parlemanê Hêmin Hewramî ji rojnamevanan re got: ‘’Me daxwaz ji mamosteyên Yekitiya Zanayan kir, ku ew di hişyarkirina civakê û xelkê de xwedî erkekî giring bin, bi taybet ew dikarin di erkê civakî, olî û niştimanî pirsa pêkvejiyan û parastina aştiya civakî de xwedî roleke mezin bin.’’

Hêmin Hewramî got: ‘’Me daxwaz ji Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir di nivîsandina destûrê de bi Parlemanê re alîkarê me bin û divê Herêma Kurdistanê bibe xwedî destûr. Ji ber ku nebûna destûrê bûye sedema gefên mezin li ser desthilata Herêma Kurdistanê bê kirin.

Cîgirê Serokê Parlemana Kurdistanê aşkere kir jî, projeya çaksazî û zêdekirina dahatê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve di demeke nêzîk de bo Parlemana Kurdistanê tê şandin.

 

S. B