Welatiyekî Kurd li Kerkûkê hat kuştin

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, li taxa Şorbecî ya Kerkûkê welatiyekî Kurd bi navê Selam Mihemed ji aliyê grûpeke çekdar ve hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, li taxa Şorbecî ya Kerkûkê welatiyekî Kurd bi navê Selam Mihemed ji aliyê grûpeke çekdar ve hat kuştin.

Kesekî nêzîkî Selam Selam Mihemed ji K24ê re got, berî demekê grûpeke Heşda Şeibî xwast xaniya wan dagîr bike, dema ew çûne bi wê grûpê re wê pirsgirêkê çareser bikin, çekdaran teqe li wan kir û Selam Mihemed hat kuştin.

Got jî: Em wek Kurd desthilata me li bajêr nîn e, em rastî zulmê tên û nikarin berevaniyê lixwe bikin.

Li gor zanyariyan, ew welatiyê Kurd Selam Mihemed bavê 5 zarokan e.

 

S. B