Tirkiye bingehên PKKê li Qendîlê bombebaran dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyeyê ragihand, di çarçoveya operasyona Xakurkê de li dijî bingehên PKKê yên li Qendîlê operasyoneke esmanî hatiye kirin.
Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyeyê diyar kir jî, di encamê de hejmarek sengerên çekan û stargeh hatine tinekirin.
Amaje bi wê yekê jî kir, duh jî dabû zanîn ku di çarçoveya operasyona Xakurkê de 155 mayîn, çek û bombeyên bidesthatî çêkirin û 177 şikeft û stargehên PKKê hatine tinekirin.
Arteşa Tirkiyê di 27ê Gulana bûrî de li Xakurkê li dijî PKKê dest bi operasyoneke bejahî kiribû, roja 12 vê mehê jî qonaxa duyem a oprasyonan ragihandibû. Li gor hatiye ragihand, ji her du aliyan jî gelek kuştî û birîndar hene.
S. B