PKKê kuştina 3 berpirsên xwe pişrast kir

PKK bi riya malpereke nêzikê xwe daxuaniyek belav kir û kuştina 3 berpirs û 2 gerîlayên PKKê eşkere kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

PKK bi riya malpereke nêzikê xwe daxuaniyek belav kir û kuştina 3 berpirs û 2 gerîlayên PKKê aşkere kir.

Li gor daxuyaniya PKKê, Berdevkê PKKê Emrullah Dursun bi nasnav Serhat Warto, berpirsê pêwendiyên derve yê PKKyê Mîkaîl Ozdemîr bi nasnav Navdar Sinegir, Berpirsê PKKê yê Herêma Qendîlê Alî Aktaş bi nasnav Sînanê Sor û 2 gerîlayên din di 21ê Adarê de di encama operasyoneke esmanî ya li ser Qendîlê de canê xwe ji dest dane.

Pêştir Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kuştina berpirsên PKKê ragihandibû û li gor wê ragihandinê Endamê Desteya Rêveber ê KCKê Riza Altun jî bi giranî birîndar bûbû.

Roja 7ê vê mehê jî, Hevserokatiya Konseya Rêveber a (KCK) kuştina  endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCKê Diyar Xerîb di operasyoneke artêşa Tirkiyê li ser Qendîlê de piştrast kiribû.

 

S. B