Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin

Di civîna îro 18ê Sibatê ya Parlemantoya Kurdistanê de Desteya Serokatiya Parlemantoyê hat hilbijartin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîna îro 18ê Sibatê ya Parlemantoya Kurdistanê de Desteya Serokatiya Parlemantoyê hat hilbijartin.

Li gor encamên proseya dengdanê, postên Desteya Serokatiya Parlemantoyê bi vî awayî bû.

Vala Ferîd ji Firaksiyona PDKê bi awayekî demkî bû Seroka Parlemantoyê, ta Firaksiyona YNKê kandîdê xwe ji bo wê postê diyar dike û egereke mezin e Bêgerd Talebanî be.

Herwiha Hêmin Hewramî ji Firaksiyona PDKê bû Cîgirê Yekem ê Seroka Parlemantoyê.

Mune Qehwecî ji pêkhateya Tirkmen bi rêkeftin di nava aliyên Tirkmenan de bû Cîgira Duyem a Seroka Parlemantoyê û ji bo dema du salan di wê postê de berdewam dibe, piştre aliyên Tirkmenan kesekî din ji bo wê postê diyar dikin.

 

S. B