Di encama êrîşên kîmawî de li ser Xûta Rojihelatê Şamê 7 kesên sivîl canê xwe jidest dan

"Artêşa Sûryê bi 3 mûşekên kîmawî, êrîşî bajarên Dûma û Heresta yên Xûta Rojhilatê kir, di encamê de 7 welatiyên sivîl canên xwe jidest dan".

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansên nêzîkî opozisyona Sûryê belav kirine, ku hêzên Hikûmeta Sûryê dîsa çekên kîmawî li dijî sivîlan li Xûta Rojihelatê Şamê bikar aniye.

Bi gotina hin çalakvanan: "Artêşa Sûryê bi 3 mûşekên kîmawî, êrîşî bajarên Dûma û Heresta yên Xûta Rojhilatê kir, di encamê de 7 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan".

Li gorî heman jêderan, di dawiya sala 2017an de, rêvebiriya tendirustiya Şamê û gundewarên wê, daxwaza encamdana lêkolîneke navdelewtî bilez kir, derbarê bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve.

Di 21ê Tebaxa sala 2013an de jî Hikûmeta Sûryê çekên kîmawî li Xûta Rojhilatê Şamê bikar anî, di encamê de bi sedan kes bûn qurbanî.