UNICEF: 29 hezar zarokên çekdarên Daişê yên biyanî li Sûriyê ne

Rêxistina (UNICEF) ragihand, 29 hezar zarokên çekdarên Daişê yên biyanî li Sûriyê ne.

K24- Hewlêr

Rêxistina (UNICEF) ragihand, 29 hezar zarokên çekdarên Daişê yên biyanî li Sûriyê ne.

(UNICEF)ku rêkxistîyeka ser bi Neteweyên Yekgirtî ye ragihand:  ji koma 29 hezar zarokan, 20 hezar jê zarokên çekdarên Daişên Iraqî ne.  9 hezar jê, ji 60 welatên din ên Ewrûpayî ne.

Ligor rêxistinê hejmarek  ji wan zarokan li Sûriyê peydabûne û dayikên wan bi zorê, yan jî bi neçarî tevlî Daişê bûn e .

Li gor rapora (UNICEF)ê rewşa jîyana hejmareka wan zarokan di kempan da dijwar e. (UNICEF) daxwaz ji welatên, ku ew zarok ji malbatên hevwelatiyên wan in, serederiya bi zarokan re wekî qurbaniyên şer bê kirin, ne wekî tewanbar.