Li Serê Kaniyê xaniyek ji ber baranê herifî

Di encama herfandina erdê de, xaniyek li bajarê Serê kaniyê hate xwar û dîwarên 6 malên taxê derz ketin wan de. Ji ber vê yekê, welatiyên bajêr di metirsiyê de ne û bang li kesên berpirs dikin ku alîkariya wan bikin.

 

K24 – Qamişlo

Di encama herfandina erdê de, xaniyek li bajarê Serê kaniyê hate xwar û dîwarên 6 malên taxê derz ketin wan de. Ji ber vê yekê, welatiyên bajêr di metirsiyê de ne û bang li kesên berpirs dikin ku alîkariya wan bikin. 

Ev yek ji encamên herfandina erdê ye ku ji demekê ta demeke din ve li bajarê Serê kaniyê rû dide û bi taybetî piştî barîna baranê. Xwediyê vê malê dibêje, ji heyama mehekê ve derz ketin dîwarên malê de, lê şaredariya bajêr ti guhdan neda wan û niha mal bi giştî hatiye herfandin. Ji aliyê din ve, xelkên taxê metirsiya xwe diyar dikin nemaze ku di encama herfandinê de gelek ziyan gihiştiye malên wan, herwiha bang li kesên berpirs dikin ku çareyekê ji wan re bibînin. 

Xwediyê malê Eyûb Miho ji K24ê re got: “Ji zêdetirî mehekê ve derz di malê de çê bûn û me nikarî tiştek bikira, ew derz zêde bûn û duhî em ji xanî derketin û îro herifiya û hate xwarê. Xanî giştik ketiye. Herwiha dikanek jî hebû, bi tev kelûpelên tê de jî kete xwarê.”

Xwediya malê Nûra Cemaleldîn got: “Mala min giş çû, ma ezê çi bikim. Xanî ji rûniştinê re nema. Em hemû xelkê taxê alîkariyê dixwazin, 3 – 4 mal niha di metirsiyê de ne û xelkê wê jê derketine. Em niha nizanim emê herin kû derê.”

Herfandina erdê ya ku li Taxa Ronahî rû daye bi kûrbûna 10 mitran û li ser dirêjahiya 8 mitran ye. Li gorî endamê şaredariya bajarê Serê kaniyê Ebidilezîz Osê dibêje, herfanidina erdê bi sedema xwezaya deverê tê ku di salên berê de hemû kanî bûn û jiber vê yekê ew nikarin ti alîkariyê pêşkêş bikin, ji bilî dagirtina van şikeftan bi qûm û keviran.

Bajarê Serê kaniyê bi kaniyên xwe navdar e û bi taybet yên ava kebrîtê, lê di çend salên dawiyê de piraniya van kaniyan çikiyan û bi vê yekê vekişandina avê ji erdê bo sedema çêbûna gelek şikeftan di bin malên welatiyan de û car caran û her bi barîna barana xurt re erd diherife û ziyanên mezin digihêjine malên welatiyan.