Emerîka hoşdarîyê dide Tirkiyê ji encamdana her kareke serbazî li bakûra rojhilata Suriyê

Berî niha Emerîkayê hoşdarî da Tirkiyê ji encamdana her çalakîyeke leşkerî li bakûra rojhilata Suriyê, ev jî piş wê yekê dihê ku serokê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan, evro gefa hêrişkirinê bo ser deverên Kurdî li rojhilata Firatî kiribû.

K24- Hewlêr

Wezareta derveya Emerîkayê daxuyanîyek belav kirîye û bersiva gefên Tirkîyê dide, têde hatîye: encmadana karên serbazîyên yekalî li bakûra rojhilata Suriyê, karek metirsîdare di demekê de ku renge kesên nijad Emerîkî li wê deverê hebin herweha hevpeymanaên me ewên li Suriya li dijî Daişê operasyon encam dayin.

Herweha di wê  daxuyanîyê de hateîye: Ev karên weha cihê qibûlkirinê nîne, lew Em Tirkiyê agahdar dikîn ku careka din kar li gel me bike  bo vedîtina çareserîyeke hevpişik.

Ev bersiva Emerîkayê piştî wê yekê dihê ku serokê Tirkiyê Emerîka û Rûsya agahdarkiribûn ji pilana xwe bo encamdana operasyoneke serbazî li rojahilata Firatê.