Pêşmerge: Berevanîkirin ji axa Kurdistanê cejnane ya me ye

Hêza Pêşmerge li çeperên berevanîyê ji axa Kurdistanê çejna Qurbanê li hevdû pîroz kirin û daxwaz ji alîyên sîyasî dikin hevgirtî bin bo bi destveanîna mafên gelê Kurdistanê.

K24-Hewlêr

Hêza Pêşmerge li çeperên berevanîyê ji axa Kurdistanê çejna Qurbanê li hevdû pîroz kirin û daxwaz ji alîyên sîyasî dikin hevgirtî bin bo bi destveanîna mafên gelê Kurdistanê.

Li çeperên berevanîyê ji axa Kurdistanê, dûr ji malbatên xwe Pêşmeger cejna Qurbanê ji hev dû pîroz dikin û bi telefonê pîrozbahîyê li hevser û zaroyên xwe dikin.

Xelîl Ebdûllah dibêje, piranîya cejanan ew li çeperên şer û bervanîyê ji axa Kurdistanê bûye û di nav malbata xwe de nebûye.

Pêşmergeyan bê cudahîya hizir û bawerîyan pîrozbahîya cejnê ji hev dû kirin û dûv re têşta cejnê li gel hev xwarin. Hinek Pêşmerge ji pêkhateyên din in û hatîne pîrozbahîyê li birayên xwe yên musilman bikin û dibêjin: Cudahîya hizir, bawerî û olê ti caran bandora xwe li ser Pêşmergeyan nebûye.

Hêzên Pêşmerge li çeperên berevanîyê ji axa Kurdistanê, peyama xwe bo alîyên  sîyasîyên Kurdistanê dişînin û daxwaz ji alîyan dikin ku hevgirtî bin bo bi destveanîna mafên gelê Kurdistanê û dibêjin berevanîkirin ji axa Kurdistanê cejnaneya me ye.