Rêveberî ya Xweser: Komkujîya Tel Refet tawana ceng e
K24- Hewlêr
Rêveberî ya Xweser komkujîya Tel Refet bi tawaneka ceng û cînosayîdê dizane
Rêveberî ya Xweser li bakûr û rojhelata Suriya di daxuyanîyekê de, hêrişa Tirkiya li ser bajarê Tel Refet bi tawaneka cengî dazanîn li dijî mafên zaroyan û wan koçberên bi naçarî ji malên xwe hêlane.
Herweha got: Tirkiya hewil dide sîyaseta guhertina demografî û qirkirina gelê Kurd li bakûr û li rojheklata Suriya encam bide.
Rêveberî ya Xweser, di daxuyanîya xwe de, daxwaz ji Rûsiya û Emerîka kir bilez evan hêrişan rawestînin, daku careka din komkujîyên bi vî awayî dûbare nebin.
Di daxuyanîyê de, rêvweberîya xweser gotîye: Tirkiya berpisyare ji kuştina kesên sivîl û bê gunah.
Rêveberîyê daxwaz ji rêkxistinên navdewletî, civaka sivîl, Rûsiya Emerîka kir ku bipêkirinên tirkiya li ser Rojavya Kurdistanê şermezar bikin û bi rola xwe rabin bo rawestandina wan hêrişan.