Ûstiralîya: : Em gelek nîgeranîn ji ewa bi ser gelê Kurd dihê ji encama hêriaş Tirkiye

Ûstiralîya nîgeranîya xwe derbirî beranber hêrişa nû ya Tirkiyê dijî hêzên Kurd li bakura rojhelata Suriyê û hoşdarî da ku ew kar renge rewşeke guncayî bo vejîyandina Daişê li Deverê.

K24- Hewlêr

 Ûstiralîya nîgeranîya xwe derbirî beranber hêrişa nû ya Tirkiyê dijî hêzên Kurd li bakura rojhelata Suriyê û hoşdarî da ku ew kar renge rewşeke guncayî bo vejîyandina Daişê li Deverê.

Serok wezîrê Ûstiralîya, Sikot Morîson di beyannameyek hevpişik de li gel wezîra derve Marîs Bayîn ku evro Pêncşembîyê belavbûye, rexne li Opersyona Tirkiyê digre, hoşdarîyê didin ku pêngavên kitalîyên bi vî awayî encamên xirab dê hebin li asayîşa deverê û renge destekvtên ku Hevpeymanîya Nêvdewletî  bi serkirdatîya Eemerîkayê bi dest xwe anîye di şerê dijî rêkxistîya Daişê de ji nav bibe û ji bilî wê yekê jî bandora xwe dibe li ser sivîlan.

Herweha got: Em gelek nîgeranîn ji ewa bi ser gelê Kurd dihê ji encama wê yekê, herweha em gelek nîgeranîn ku yek bibe egera vegerana Daişê.

Morîson Tekez kir, tirsên asayîşyên Tirkiyê rewane, lê operasyonê bezandina sinûran wê yekê çareser nakin û amaje bi wê yekê dane ku hikumeta Kanbira, rasterast helwêsta xwe gihandîye Enqereyê.

Serok wezîrê Ûstiralîyayê, berpirsyarîya her pêngaveke serheldana rewşeke nearam li bakûra rojhelata Suriyê dixe  sitûyê desthilata  Tirkiyê de, got jî, çunku ewin hêzên xwe li sinûr derbaz dikin û pêngavan li welatên din dihavêjin. Ev reftara hikumetaTirkiyê cihê nîgeranîyeke mezina Ûstiralîyayê ye.

Morsîonê îtraf bi rola Hêzên Suriya Demokrat kir li şerê dijî Daişê û rêvbirina gitîxaneyên çekdarên Daişê kempên penaberan. Tekez jî kir ku ew hêj berdewam in di pewendîyê de li gel hevpeyamnên xwe yên nêvdewletî, ji wan jî Emerîka derbarê her rewşeke nû li bakûra rojhelata Suriyê.