Tirkiye: Beramberî Amerika em dê bêbersîv nemînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Tirkiyê rexne li daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump digre û dibêje, Amerîka pîvanên bazirganiya cîhanê binpê dike.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy derbarê daxuyaniyên Trump yên bilindkirina baca ser pola û Alemînyuma Tirkiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Aksoy da xuyakirin, Trump bi vê daxuyaniyê pîvanên bazirganiyê binpê dike û wekî berpirsiyariya dewletbûnê tevnagere.
Da xuyakirin, helwestên weha zererên mezin didin pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê û ew hember her helwestên Amerikayê, dê bêbersiv nemînin.
C.B