Cahît Caner bêyî perwerdê bibîne wêneyan xêz dike

Wênexêzê Kurd li gelek bajarên Rojavayê Tirkiyê li ser dîwaran bi sedan wêneyan xêz dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê, welatiyê bi navê Cahît Caner ê ku xebatkarekî înşaatê ye, dema di salên ciwaniya xwe de bûye; 6 salan li ber destên wênexêzan jî xebitiye û hunera xwe ya çêkirina wêneyan hinek din jî bi pêş ve biriye. Cahît Caner niha wêneyan bi awayekî pispor xêz dike û daxwaza wî ew e ku ji niha ve tabloyan çêbike, tomar bike û di salên pêş de bi pêşangeheke mezin, pêşkêşî hezkiriyên wêneyan bike.

Cahît Caner, welatiyekî ji navçeya Çinarê ya Diyarbekirê ye û babê 4 zarokan e. Caner ji 5 saliya xwe ve ji bo hunerê bi mereq bûye û di nav qadên hunerê de bala wî çûye ser xêzkariyê. Cahît Caner heta dibistana navîn dixwîne û jê pê ve ji ber derfetên kêm ên aboriyê dibistanê diterikîne. Lê tu car pênûsa xwe danayne û di her derfetê de xêzkariya xwe hinek din jî bi pêş ve dibe. Taybetiya Caner ew e ku di salên borî de li ber destên hin wênexêzan xebitiye û di nav 6 salan de tenê bi şopandina wênexêzan; xêzên xwe gihandiye asta herî jor ku wênexêz bixwe jî lê mat mane. Cahît Caner serpêhatiya pêşveçûna xwe wiha radigihîne.

Cahît Caner ji K24ê re dibêje: "Dema temenê min bû 18, birayê min li Antalyayê dixebitî, bang li min kir ku ez biçim cem wî, bixebitim. Ez li Antalyayê, di înşaatan de dixebitîm, min wênexêz nas kirin, ez çûm cem wan, min got ez jî wênexêz im. Gotin tu çawa wênexêz î? Ka wêneyên ku te xêz kirine, nîşanî me bide. Min xêzên xwe nîşan da, ew jî şaş man; gotin pêşeroja te ronî ye; dest ji înşaatê berde, were ligel me bixebite."

Wênexêzê Kurd li gelek bajarên Rojavayê Tirkiyê li ser dîwaran bi sedan wêneyan xêz dike û kolanên gelek bajaran bi van xêzên xwezayî xemilandine. Caner ji bilî bikaranîna tabloyan; bi hunera xwe, gelek dîwarên mala xwe jî nexişandine.  Wênexêzê ku di jiyana xwe de ji bo çêkirina wêneyan cihekî taybet vediqetîne; ji bo rengandina dorhêlê, her derfetê bi kar tîne. Caner dide zanîn ku; beriya ew bizewice, wî dikaribûye bi van xêzan debara xwe bike; lê niha debara xwe bi karê înşaat û cotkariyê dike.

Cahît Caner diyar dike: "5-6 salan debara min pê dibû, piştî ez zewicîm, têra min nekir. Ji ber vê jî ez ketim înşaatan, ez cotkariyê jî dikim, ez erdan jî radikim. Ez bi vî awayî debara xwe dikim. Ango ez diçim Antalyayê, hevalên min li wê derê hene, bang li min dikin, em diçin li ser dîwarên hotêlên 5 stêrk wêneyan xêz dikin."

Berhemên ku Cahît Caner xêz kirine; ji aliyê gelek kesan ve tên ecibandin û gelek kesên ku mereqa wan ji wêneyan re hebe; ji Caner dixwazin ku malên wan bi xêzên taybet bixemilîne. Caner dide zanîn ku ew her dem ji bo pêşvebirina wêneyan dixebite û heger derfeta wî çêbibe; dê di pêşerojê de bi pêşangeheke taybet; hunera xwe pêşkêşî wênehêzan bike.