Şaxewan Ebdûla: Rojek dê bihê parêzgarê sepandêyê Kerkûkê sizaya xwe wegire

Şaxewan Ebdûllah endamê berê yê Civata Nwênerên Îraqê ragehand: Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandîyê Kerkûkê wek Elî Hesen Mecîd e, rojek jî dê bihê ku ew bigehe sizayê xwe. Got jî: her alîyek sazişê li ser axê bike xîyanetê ji Kurdistanê dike. Herweha got: Me nevêt parêzgarekê bê kesayetî û bê keramet li Kerkûkê bihê danan.

K24- Hewlêr

Şaxewan Ebdûllah endamê berê yê Civata Nwênerên Îraqê ragehand: Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandîyê Kerkûkê wek Elî Hesen Mecîd e, rojek jî dê bihê ku ew bigehe sizayê xwe. Got jî: her alîyek sazişê li ser axê bike xîyanetê ji Kurdistanê dike. Herweha got: Me nevêt parêzgarekê bê kesayetî û bê keramet li Kerkûkê bihê danan.

Şaxewan Ebdûllah di hevdîtinekê de li gel Kurdistan24, li ser pirsa arîşeyên cotkaran li deverên sinûrê Kerkûk, Dîyala û Selahedînê, got: Ewa rû dide sepandina Îradeye bi ser yasayê re.

Got jî, li gor biryara 29 ya Civata Wezîran û biryara 4 a madeye 140, Erebên hawirde nabe vegerin ser wan zevîyên ku niha daxwaz dikin, herweha li meha Şubata 2018yê ve wezareta çandinê ragehandîye ku nabe girêbestên wan bihên nûkirin.

Li ser bûyerên gundê Pelkane, Şaxewan Ebdûllah got: Ji Daqûq û Leylanê ve heya digehe Nawşiwan û Dibis bizeaveka gelek bo bierebkirina deverê. Li Pelkane bûyer leztirin çunku li wê deverê Erebên hawirde ser bi hoza Şemerin. Kesûkarên wan di nav hêzên asayîş û rêveberîyan de hene, desthilata hozê ji xwe re bikar dihîne.

Xuya jî kirm di kombûna Yekşembî û Dûşembîya bûrî, li gel alîyên Ereb gehiştîn têgehêjtineka hevpişik, ku sindûqek bihê danan daku qerebûya Erebên Hawirde bike, perlemantarekê Ereb jî hatîye raspartin daku li gel Erebên Hawrde biaxive. Herweha fermandeya operasyona Selahedîn hatîye agahdarkirin ku nebine pişkek ji arîşeyan û alîkarîya û alîgirên Ereban nebin.

Li ser hewlên Rakan Seîd Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re, şaxewan Ebdûllah got: Min divêt bi rêya Kurdistan24, hinek tiştan xuya bikem, li ba min parêzgarê sepandîyê Kerkûkî Rakan Hesen Mecîde, rojek jî dê bihê wek Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyawî) sizaya xwe wergire.

Şaxewan Ebdûllah li ser guhertina parêzgarê sepandîyê Kerkûkê û danana parêzgarêkê Kurd, got: Bi biryareka Ebadî, fermandeyê opersyonan, kesê yekem û berpirsê yekemê asayîşê ye li wê sinûrê, lew eger Kurdek jî di van kawdanan de bibe parêzgar ti desthilat nabe. Renge nehêlin jî dewamê bike. Rê lê bihê girtin û kerameta wî bişkînin. Lew Me nevêt parêzgarekê bê kesayetî û bê keramet bişînîn Kerkûkê. Me divêt di destpêkê de rewşa asayîşî çê bibe, dûv re parêzgar bihê danan.

Herweha got: pêdivîye hêza asayîşa Kurd veger deverê û hêzên xerîb ji wir nemînin. Evê car renge Kurd dilnermîya berê nebe. Rêkarên tund bixe di pêşîya xwe li dijî her kesekê bivêt destê xwe dirêj bike ser axa Kurdistanê.