Ramî Ebdulrehman: 4 hezar DAIŞî wek şanên veşartî li rojhilatê Firatê hene

Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji Kurdistan24 re ragihand, ku rûberek biçûk di destê DAIŞê li Dêrazorê ma ye...

K24 – Navenda Nûçeyan

4 hezar çekdarên DAIŞê wek şanên veşartî li rojhilatê Firatê hene.

Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji Kurdistan24 re ragihand, ku  rûberek  biçûk di destê DAIŞê li Dêrazorê ma ye, lê 4 hezar çekdarên DAIŞê wek şanên veşartî li rojhilatê Firatê hene.

Herwiha Ramî Ebdulrehman got jî, ku vekşandina Hêzên Amerîkî ji rojhilatê Firatê, dê bihêle careke din DAIŞê xwe bi rêxistin bike û êrîşî Hêzên Sûriya Demokrat bike.

 

 

C.B