Îbrahîm Kalin bo McGurk: Tu propagandaya PKKê dikî

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin bersiva gotinên Brett McGurk a li dijî vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê da û ji Brett McGurk re got: “Tu propagandaya PKKê dikî.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin bersiva gotinên Brett McGurk a li dijî vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê da û ji Brett McGurk re got: “Tu propagandaya PKKê dikî.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jiser rûpela xwe ya tweterê derbarê gotara McGurk da wiha nivîsand:"Analîza te ne rast e. Tohmetên te yên liser Tirkiyê dûrî aqilan e. Bi tenê propagandayeka dûbare ya PKKê ye. Tirkiyê jiyana bi hezarên ereb, kurd, asûriyên Sûriyê parastine. Tu hewl didî PKKê liser piyan bihêlî.”

Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê yê di Şerê Dijî DAIŞê de Brett McGurk derbarê rewşa dawî ya li Sûriyê ji rojnameya Washington Post gotarek amade kir. Di gotara xwe de Mc Gurk gotiye: Hêzên ku Tirkiye li Sûrîyê alîkariya wan dike, beşek mezin ji wan îslamî û radîkal in û nikarin bibin alternatîfa HSDê.

Herwiha McGurk amaje bi wê yekê jî kiriye Amerîka di stratejiya xwe ya li gel HSDê de, di rêyek rast hilbijartiye ji ber HSD dikare bibe alternatîfeke baş li Sûriyê.

McGurk, piştî ku behsa sebeba dest ji kar berdana xwe dike, dabû zanîn ku eger Amerîka li gorî daxwazên Tirkiyê hereket bike, dê alozî zêde bibe, bi sedhezaran kurdên ku di şerê DAIŞê de berdêlên giran dane, dê koçber bibin û jiyana Kiristiyanên li Suriyê jî dê bikeve bin metirsiyê. Brett McGurk piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê dev ji erka xwe berda bû.