Seidî Pîre bersiva Hîro Ehmed dide
K24 - Navenda Nûçeyan.
Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre, derbarê pirsa yekalîkirina berbijarê Serokatiya Iraqê, di pêwendiyeke telefonî de bi Kurdistan24ê re, bersiva Hîro Ibrahîm Ehmed da û ragihand, ku helwesta piraniyê ya endamên Polîtbîroyê wê bimeşe û nerîna Hîro Ibrahîm Ehmed jî cihê rêzê ye.
Ev yek di demekê de ye, ku tevliheviyek di daxuyaniyên berpirsên YNKê de tê dîtin û êvara îro jî Seidî Pîre ragihand, ku ew encamên hilbijartinan red dikin, lê piştre daxuyaniya fermî ya Seidî Pîre, ji hemû dezgehên ragihandinê yên YNKê hat rakirin û Qubad Talebanî ragihand, ku hîn zû ye biryara redkirina encamên hilbijartinan bê dayin.
Berî niha jî, Hîro Ibrahîm Ehmed, nerîna xwe derbarê destnîşankirina berbijarekî ji Serokatiya Iraqê re ragihandibû û di daxuyaniyekê de, tekezî li ser wê yekê kir, ku pêwîst e Kurd li ser yek berbijarî lihev bikin.
N.O