Li Diyarbekirê 2 parlementerên HDPê birîndar bûn

Di çalakiya Diyarbekirê de alozî derket in û 2 parlementerên HDP'ê birîndar bûn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî nedana pesendnameyê xwest ku li Diyarbekirê çalakiya nerazîbûnê li dar bixe. Di çalakiyê de alozî derket in, 2 parlementerên HDP'ê birîndar bûn. Namzedê HDP'ê yê navçeya Rezan Zeyad Ceylan nedana pesendnameyê wekî binpêkirina vîna gel dinirxîne. Lê belê Serokê Rêveberiya Partiya Dad û Geşedanê AK Partiyê yê Diyarbekirê gotinên "binpêkirina vîna gel" red dike û dibêje; Komîsyona hilbijartinê li gor yasayan pesendname da namzedê wan.

Li Parka Koşiyolu ya li navenda Diyarbekirê ku Peykerê Mafê Mirovan heye, parlementer, hevserok û rêveberên HDP'ê û hejmareke welatiyan xwest in ku li ber peykerê mafê mirovan biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartina ya derbarê nedana pesendname û rewşa çalakvanên ku ji 160 rojî zêdetir e di greva birçîbûnê de ne daxuyaniyeke rojnamegerî bidin. Lê hêzên ewlekariyê ragihand in ku civîna wan ya li parkê ne yasayî ye û bi ava şîd destlêwerdana girseyê kir.

Di aloziyê de her du parlementerên HDP'ê yên Diyarbekirê Remziye Tosun û Musa Farîsogullari ji ber bandora ava şîd birîndar bûn. Li gorî ku çavkaniyên nexweşxaneyê ragihandine hestiye piştî Remziye Tosunê deriziye û xwîn rijiyaye ser pişta çavê rastê yê Musa Farisogullari. Her du parlementer li nexweşxaneyeke taybet tên dermankirin. Ji aliyê din ve namzedê HDP'ê yê navçeya Rezan Zeyad Ceylan ku di hilbijartinan de %70 deng girtibûn jî bertek nişana helwesta Komîsyona hilbijartin û şaredarê AK Partiyê yê Rezan da.

Namzedê HDPê yê Rezanê Zeyad Ceylan ji K24ê re got: "Kesekî kû şaredarî heqnekiriye vîna gelê Rezan binpêkir. Birêvebirina gelê Rezan radsestî wî kesî kirin. Em jî, gelê me jî û partiya me jî rewşa heyî meşru nabînin. Dibe ku ew kes li wir cih bigire lê ew ê nekare serokatiya gelê Rezan bike. Em dibêjin ew qeyûm e."

Rêveberên HDP'ê amaje dikin ku dê çalakiyên nerazîbûna li hember biryara Komîsyona Hilbijartinê berdewam bin. Li ser biryara Komîsyona Bilind namzedê AK Partiyê Huseyîn Beyoglu ku %25'ê dengan girtibû pesendnameya xwe girt û runişt ser kursiyê şaredariyê. Li gorî nirxandina Serokê Rêveberiya AK Parti'yê ya Diyarbekirê  Suleyman Serdar Budak, namzedê wan li gorî yasayan tevgeriya ye û vîna gel binpê nekiriye.

Serokê Rêvberiya Ak Parti'yê yê Diyarbekirê Suleyman Serdar Budak dibêje: "Namzedê me li gorî yasayê pesendnameya xwe girt. Di vir de tu bêhiqûqî tune ne.  Li şaredariyeke Mûşê jî mazbetaya namzedê CHP'ê dan namzede HDP'ê. Ya li Rezan bûyî jî ev e. Yasa destûrê dide vê yekê. Ger ne wisabûya ji beriya her kesî em ê li hember vê biryarê derketina. AK Partî ji bo amadekirina xizmetguzariyan êdî bûye marqe. Em ê ji bo navçeya Rezan karên baş bikin."

Daxwazên HDP'ê yên derbarê dûbarekirina hilbijarina Rezan de  ji aliyê Komîsyonê ve hatin redkirin. HDP xwe amade dike ku serî li rêyên din ên hiqûqa navxweyî û navdewletî bide. Rayedarên AK Partiyê jî amaje dikin ku rêzê li vîna gel digirin lê li gor yasayan tevdigerin. Wisa xuya dike ku dê di navbera AK Partî û HDP'ê de nîqaşên li ser biryarên Komîsyonê hîn berdewam bikin.