Hêzên Amerikî û Iraqî, li Neynewa Operasyon dijî DAIŞê encam dan

Hêzên Amerîkî û yên Îraqî dest bi operasyoneke hevbeş li dijî şanên veşartî yên DAIŞê li sînorê parêzgeha Neynewa kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Amerîkî û yên Îraqî dest bi operasyoneke hevbeş li dijî şanên veşartî yên DAIŞê li sînorê parêzgeha Neynewa kirin.

Fermandariya navendî ya Hêzên Amerîka ragehand,  serbazên wan li lîwa ya 1 a ser bi firqeya 101 ya esîmanî bi hemahengî ligel artêşa Iraqê dest bi operasyonekê li nêzîkî firokxaneya Geyare li dijî şanên veşartî yên DAIŞê kirin e.

Li gor artêşa Amerîka, armanc ji vê operasyonê şikestina berdewam ya DAIŞê ye.

Ev yek di demekê de ye, ku DAIŞê berpirsyariya xwe ji kuştina serbazek Amerîkî li Neynewa ragehandibû.

 

 

 

C.B