Bandora lûtkeya Sûrıyê li ser Herêma Aram

Di Heyama ku Tirkiye bi Amerîkayê re Lı Rojava li ser devera aram gerên hevbeş pêk tîne û Rejîma Esad jî operasyonên xwe yên ser Idlibê didomîne, bi pêşengiya Tirkiye, Rûsya û Îranê li Tirkiyê 5emîn Lûtkeya Astanayê hate lidarxistin

K24- Enqere

Di Heyama ku Tirkiye bi Amerîkayê re Lı Rojava li ser devera aram gerên hevbeş pêk tîne û Rejîma Esad jî operasyonên xwe yên ser Idlibê didomîne, bi pêşengiya Tirkiye, Rûsya û Îranê li Tirkiyê 5emîn Lûtkeya Astanayê hate lidarxistin. Di Lûtkeyê de Tirkiyê daxwaza avakirina devera aram û egera operasyonekê bilêvkir, Rûsya û Îranê jî mijara Idlibê anîn rojevê. Li gorî hin pisporên Tirkiyê piştî lûtkeyê êdî zehmete ku devera aram gor daxwazên Tirkiye pêk bê.  Di mijara Idlibê de jî hin pisor dibêjin Tirkiye dê Idlibê radestî Rejîma Esad bike.

Li Enqera paytexta Tirkiyê Di 16ê Îlonê de di navbera serokdewletên 3 welatên garantor, Tirkiye, Rûsya û Îranê 5emîn lûtkeya Astanayê ya sêalî li ser Sûriyê pêk hat. Di lûtkeyê de mijarên wek rewşa Idlib, pêkanîna navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê û nivîsandina destûra Sûri hate gotûbêjkirin. Piştî lûtkeyê hersê serkirdeyan amaje bi girîngiya yekîtiya axa Sûriyê û karîgerkirina Komîteya Destûra Bingehîn kirin. Ligel vê yekê serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku li rojava armanca wan a sereke avakirina  "korîdora aştiyê" ye û ger heta du hefteyan ligel Amerîkayê negihejin ti rêkevtinekê, ew ê plana xwe bicih bikin."

Pisporên Tirkiyê yên kubalê dikşînin ser ev daxuyaniyên Erdogan dibêjin di lûtkeyê de Rusya û Îranê piştgirî nedane Tirkiyê bo dewera aram û Tirkiye ger hewla operasyonekê bide wê weke dagirker bê binavkirin aliyê Rûsya, Îran û Sûriyê ve.

Prof.Dr.Hûseyîn Bagci, pisporê pêwendiyên navdewletî , got: Daxwaza Tirkiyê ew e ku devera aram bê avakirin û ji bo penaberan li ser vê deverê avahî bêne çêkirin. Lê belê di lûtkeya li Enqeê de Rûsya û Îranê ev daxwazên Tirkiyê erênî nedîtin û her behsa yekrêziya xaka Sûriyê kirin. Ligel vê yekê Îran û Rûsyayê hebûna Amerîkayê bu tundî red kirin li Sûriyê. Piştî vê yekê êdî Tirkiye nikare bi Amerîkayê re bi rehetî tev bigere bo devera aram û nikare operasyonekê pêk bîne. Ger Tirkiye hewla operasyonekê bide Îran û Rûsya jî dê Tirkiyê wek dagirker bi nav bikin.

Beriya ku ev lûtkeya sêal, bê li darxistin rejîma esad efûyeke giştî ragihand û PYD û YPG weke terorîst bi navkir. Ji loma jî Profesêr.Dr.Haydar Çakmak jî dibêje di mijara Idlibê de êdî Tirkiye wê li gor daxwazên Esad tev bigere û wê rojên bê de Idlib wê temamî radestî rejîma Esad bê kirin

Prof.Dr. Haydar Çakmak, pisporê pêwendiyên navdewletî, dibêje: Di Mijara Idlibê de Îran û Rûsya nerazîne û ev yek di lûtkeyê de jî hate dîtin. Ji ber ku li gorî Putîn û Rûhanî li Idlibê rêxistinên terorîst hene. Lê Tirkiye wekî her du welatan nafikire. Lê belê daxuyaniyên Esad ku YPGê weke terorîst dibîne gorî dilê Tirkiyê ye. Loma di mijara Idlibê de Tirkiye dê hember operasyonên Esad bêdeng bîmîne û dê Idlib careke din bikeve bin destê Esad. Tirkiye jî dê dijî YPGê alikariya Esad bistîne û hember hemû rêxistinên terorîst Tırkıye û Rejîma Sûriyê dê bi hev re tev bigerin.

Pispor amaja pê dikin ku di vê lûtkeya sêalî de daxwazên her sê welatan jî ji hev cuda bûne û Tenê di mijara avakirina komiteya destûra nû de her sê welatan li hev kiriye. Ev lihevkirin jî dê rojên bê de ji bo dehatûya Sûriyê û taybetî ji bo stataûya Kurdên li Sûriyê gavên gîrîng bi xwe re bîne.