HSD bersiva Wezîrê derve yê Rûsyayê da

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyek rojnamevanî de li Moskow liser girtiyên DAIŞ di destê Hêzên Sûriya Demokrat de ragihandibû, ku ew girtî direvin

K24 – Navenda Nûçeyan

HSD bersiva Lavrov dide û radighîne, tevî êrîşa Tirkiyê, lê hîn jî, girtiyên DAIŞê di jêr kontrola wan de ne.

Peyvdarê bi navê Hêzên Sûriya Demokrat Kîno Gabrîel, bersiva Wezîrê derve yê Rûsya da û ragihand, ku raportên digihin Sêrgey Lavrov derbarê girtiyên DAIŞê yên li cem HSD girtî ne, ne durist in.

Gabrîel dibêje, ku pêwendiyên wan ligel tevayiya welatên pêwendîdar bi pirsa girtiyan re, di nav wan de Rûsya jî, berdewam e.

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kongreyek rojnamevanî de li Moskow liser girtiyên DAIŞ di destê Hêzên Sûriya Demokrat de ragihandibû, ku ew girtî direvin û bi rêya dan a pereyan jî, tên serbest berdan

 

 

 

C.B