Rêwazn Fayeq: Pesindkirina pirojeyasa ya çaksazîyê sanahî nebû

Piştî pesindkirina pirojeyasa ya çaksazîyê, seroka Perlemana Kurdistanê ragehand, wek Perleman pirojeyasa ya çaksazîyê me pesind kir û me erkê xwe bich kir ku sanahî nebû.

K24- Hewlêr

Piştî pesindkirina pirojeyasa ya çaksazîyê, seroka Perlemana Kurdistanê ragehand, wek Perleman pirojeyasa ya çaksazîyê me pesind kir û me erkê xwe bich kir ku sanahî nebû.

Rêwaz Fayeq, seroka Perlemana Kurdistanê di konfiranseka rojnamevanî de, ragehand: Piştî ku prioje yasa ya çaksazîyê hate pesindkirin, niha darijtin bo wê dihêt kirin, daku bi awaya maddeya bihêt rêkxistin, dema ku temam bû em dê bişînîn bo serokê Herêma Kurdistanê.

 Got jî: Wek Perleman me erkê bicih kir û pirojeyasa ya çaksazîyê hat pesindkirin, ku erekeke ne sanahî bû. Dûv re erkek din dikeve ser stûyê me, ew jî çavdêrîkirina cîbicêkirina wê pirojeyê ye, çunku gelek soz bi xelkê re hatîye danyîn.