Çiyayê Nemrûdê yek ji navendên geştyariyê ye

Çiyayê Nemrûdê yê ku li Semsûra bakûrê Kurdistanê cih digire yek ji şûnwarê geştyarî ye. Bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî, serdana peykerên ku ji beriya 2 hezar salan hatine çêkirin dikin. Çiyayê ku di lîsteya mîrateyên çanda cîhanî ya UNESCO'yê de cih digire di heman demê de şûnwarê Şaristaniya Komageneyê ye.

K24-Amed

Çiyayê Nemrûdê yê ku li Semsûra bakûrê Kurdistanê cih digire yek ji şûnwarê geştyarî ye. Bi hezaran geştyarên xwecihî û biyanî, serdana peykerên ku ji beriya 2 hezar salan hatine çêkirin dikin. Çiyayê ku di lîsteya mîrateyên çanda cîhanî ya UNESCO'yê de cih digire di heman demê de şûnwarê Şaristaniya Komageneyê ye.

Li bakûrê Kurdistanê yek ji şûnwarên geştyarî jî Çiyayê Nemrûdê ye. Ev çiya ser bi navçeya Kolîk a Semsûrê ve ye. Di sala 1881'an de hatiye keşifkirin. Bi xebatên kolyarnasên xwecih û biyanî derketiye holê ku şopa Şaristaniya Komagene li vê derê hebûye. Komagene ji beriya 2 hezar 100 salan li vê herêmê serdest bûye. Ev peykerên Xwedayên şaristaniyên Komagene, Pers û Grekan e. Kralê Komagenê Antîochos'ê Yekemin ji bo spasdariya Xwedê û bapîrên xwe ev berhemên Serdema Helenîstîkên li ser çiyê daye çêkirin.  Antîochos, peykerê xwe, Komagene, Zeus, Apollon-Mîtras û Herakles daye çêkirin. Li gorî baweriya wê demê ev peykerên Xwedayên miletên wê serdemê bûne. Peyker ji kevirê kislê hatine çêkirin û rûyê yên li Rojhilat dinihêrin biken e lê yên ku berê wan li Rojava ne xemgîn in. Ji bo ku van berhemên şahidên dîrokekî 2 hezar sal bibinin ji welat û derveyê welat bi hezaran geştyar serdana vî şûnwarê dîrokî dikin.

Edî Mîstro - geşytarê Îtalî, got: "Ez ji Îtalyayê hatime, ez û hevalê xwe em li cîhanê digerin. Ez ji xelkê vê herêmê gelekê hez dikim. Li vê herêmê gelek şûnwarên dîrokî hene. Em dîbînin ku ev der xwedî dîrokekî qedîm e. Em bi serdana van şûnwaran di dîrokê de rêwitiyê dikin."

Tulyo Sîlva - geştyarê Îtalî, got:"Ez û hevalê xwe em ji Îtalyayê hatine, em bi motosîkletê li cîhanê digerin û geştên çandî dikin. Bi rastî me ji vê derê gelekê hez kir. Em dibinin ku Kurd, Tirk, Tirkmen û Îranî xwedî dîrokekî qedîm in. Me jî ji vê çanda wan gelekê hez kir."

Kolyarnasên xwecih û biyanî bi salan xebatên kolandinê kirine û peyker û şopa şaristaniya Komagene derxistine holê. Çiyayê Nemdûrê di sala 1987'an de di nav lîsteya mîrateyên çanda cîhanî ya UNESCO'yê de cih girtiye.  Ev der 2 hezar 150 metreyan bilind e. Geştyarên ku serdana vî şûnwarên dîrokî dikin bi peyayî 800 metreyan ber bi serê çiyê ve dimeşin. Salane ji 100 hezaran zêdetir geştyar serdana Çiyayê Nemrûdê dikin lê piraniya geştyarên xwecih in.

Dîda Dînç – geştyar, dibêje:"Ez ji dîrokê hez dikim, ev der nêzîkî me ye lê heta niha em nehatine vê dere. Ev 2 hezar sal e ku ev peyker li vê derê ne, lê baş hatine parastin.Ev dîroka me ye, dema ku min dît mûyên laşê min qij bûn. Ez heyranê vê şaristaniya qedîm mam."

Di lêkolînên kolyarnasiyê de kîtabeyeke bi zimanê Grekî hatiye dîtin. Li ser kîtabeyê yasayên Şaristaniya Komagene û agahiyên derbarê peykeran de cih digire. Gireke ji kevirên piçûk pêk tê û 50 metreyan bilind li sere çiyê cih digire lê hîn jî lêkolîn li bine vî girî nehatiye kirin. Li gorî zanyariyên lêkolîneran gora Antîochos û xizêneya wî di bin vî girî de ye. Ji ber sir û teybetmendiya peykerên Çiyayê Nemrûdê bi taybetî di mehên Bihar û Payîzê de bi hezaran geştyar serdana Çiyayê Nemrûdê dikin.