Bi egera topabarana Tirkiyê 5 şervanan canê xwe ji destdan û hejmareke din jî ji wan û sivîlan birîndar bûn
K24- Rojava
Artêşa Tirkiyê gundê Ûm Elxêr li gundewarê Serêkanîyê bombebaran kir û pênc şervanên HSDyê jiyana xwe ji destdane.
Nûçegehanê Kurdistan 24 ragehand ku firokeyên cengî yên artêşa Tirkiyê gundê Ûm Elxêr li gundewarê bajarê Serêkanîyê bombebaran kir û di encam de pênc şervanên hHSDyê jiyana xwe ji destdan û hejmareke din jî birîndar bûn. Herweha artêşa Tirkiyê nahye ya Zerganê li gundewarê Serêkanîyê topbaran kir û di encam de heşt sivîl birîndar bûne.