Rêkkevtina me li gel Tirkiyê jîyana Kurdan rizgar kir

Serokê Amerîka Donald Trump ragehand ku rêkeftina ligel Tirkiyê û agirbest xizmeta zêde dide Kurd û Tirkan. Got jî hemû kes bi vê rêkeftinê dilxweş e û dê ev yek bibe parastina jiyana çend milyon Kurd. Got jî ew ligel Kurdan ji derveyî navçeya aram çavdêriya zindaniyên ku çekdarên DAIŞê tê de ne.

K24- Hewlêr

Ev axivtinên Tiramp,  di hepeyvîneke rojnamevanî de li wîlayeta Têksasê, ragehand: Ewa rûda y encameke sersurrmayî. Em gehiştîn wê yekê ewa me xewn pê didît û dikarîn hêzên xwe vekişînîn û vegerin welat û kontirola Daişê jî bikîn.

Serokê Emerîka xuya jî kir: dixwazim supasîya hemû alîyan bikim, nemaze jî ez dixwazim supasîya Kurd bikim û ew jî bi evê çareserê dilxweşin; çunku jîyan wan rizgar bû.  Herweha me kareke mezin bo hevpişkên xwe kir.

Herweha Tiramp, supasîya Erdogan kir û got: Ew hevalê min e û ez dilxweşim ku ti arêşe di navbera  me de nema.

Got jî: Hêj hembêza wî  vebûye bo seredana Erdogan ku biryare li 13yê meha dahatî de seredan Emerîkayê bike.