Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê girîngiyê dide pêwendiyên bi hemû welatên cîhanê re

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçova pêşwazîkirina li Balyozê Sirilanka li Iraqê Nirancan Aran Singa û şanda pê re ragihand, Kurdistan xwazyar e pêwendiyên xwe bi Sirîlanka û hemû welatên cîhanê re kûrtir û berfirehtir bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê Şîretkarê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Sirîlanka li Iraqê, Nirancan Aran Singa û şanda pê re kir.

Encumena Asayişa Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, di civînê de, ku konsolê fexrî yê Sirîlanka yê Hewlêrê jî beşdar bûbû, Balyozê Sirîlanka ragihand, Herêma Kurdistanê ji bo Sirîlanka girîng e û gotiye, ew aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye her wiha girîngiya pêgeha wê dibe sebeb ku Sirîlanka girîngiyê bide Herêma Kurdistanê.

Li gorî daxuyaniyê, Mesrûr Barzanî jî tekestî li ser bihêzkirin û berfirehkirina pêwendiyên Kurdistan û Sirîlanka kiriye û gotiye, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe bi Sirîlanka û hemû welatên cîhanê re kûrtir û berfirehtir bike.

S. B