Malên Îbrahîm Biro û Fûad Elîko tên desterserkirin

Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve dest datîne ser mala xwişka Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Îbrahîm Biro û mala kurê endamê Polîtburoya heman partiyê Fûad Elîko.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve dest datîne ser mala xwişka Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Îbrahîm Biro û mala kurê endamê Polîtburoya heman partiyê Fûad Elîko.

Sekreterê PYKS û endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, grûpekê êrîşî mala xwişka wî ya li Qamişlo kir û bi hinceta ku ew mal ya wî (Îbrahîm Biro) ye dest danîn ser malê û zavê wî jî binçav kirin.

Biro da zanîn, wê grûpê ku xwe wek grûpekê ser bi PKKê ve xwe daye naskirin, bi hinceta ku ew mal ya Îbrahîm Biro ye xwişka wî û zarokên wê ve ji malê derxistin dest danîn ser wê malê.

Ji aliyekî din ve, Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de û endamê Polîtburoya PYKS û Nûnerê ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) Fûad Elîko li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Facebook” belav kir, Rêveberiya Xweser dest danîn ser mala kurê wî û du malbetên koçber ên Efrînê tê de bicih kirin.

Li ser vê mijarê Endamê Polîtburoya PYKSê Newaf Beşîr ji K24ê re ragihand, hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve ji berî mehekê ve dest danîn ser mala Bengîn Fûad Elîko û kilîta male guherîn, piştî ku Bengîn giliyek li dadgehê vekir û belgeyên xwe yên diyar dikin ku ew mal ya wî ye û ne ya bavê wî Fûad Elîko ye, dadgehê biryar da ku biçe ba TEV-DEMê û daxwaza kilîta mala xwe bike.

Newaf Reşîf got jî, dema Bengîn çû TEV-DEMê û daxwaza kilîta mala xwe kir, kilît nedan wî û îro jî du malbatên koçber ên ji Efrînê di mala Bengîn Fûad Elîko de bicih kirin.

 

S. B