Amara zîyanên hêrişa Tirkiyê

Di 24 demjimêran de 10 sivîl hatine kuştin û zêdetir ji 20 kesan birîndar bûne.

K24- Hewlêr

Di 24 demjimêran de 10 sivîl hatine kuştin û zêdetir ji 20 kesan birîndar bûne.

Nûçegehana Kurdistan 24 ragehand ku ji destpêka êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û ji encama şer û pevçûnan û topbarana artêşa Tirkiyê 10 sivîl li her yek ji GirêSipî, Serêkaniyê û Qamişlo hatine kuştin û zêdetirî ji 20 kesan jî birîndar bûne.

Li gora zanyariyan di nava kuştiyan de jin û zarok jî hene û birînên hinek ji wan birîndaran giran in.