Birîtanîya pêşwazîyê li guhertinên piroseya sîyasîya Herêma Kurdistanê dike

Birîtanîya piştîvanîyê li kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê dike û encmadan çaksazîyê û çareserkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê bi giringtirîn qebû (teheda) dizane li pêşîya hikumeta nû ya herêma Kurdistanê. Hevdem aşkera dike, Daiş vegerîyaye deverên Kurdistanê. Bo çareserkirina evan pirsgirêkan jî tekezê dike li ser vegeriyanê bo destûrê.

K24- Hewlêr

Li ser evê yekê, Con Wêlks, balyozê Birîtanîya li Îraqê di hevpeyvîneke rojnamevanî de got: Pêşwazîyê li damezirnadina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanêdikîn.

Tekez jî kir, encamdana çaksazîyê û çareserkirina arîşeyên hilpisartî li gel Bexdayê, giringtirîn qebo ne li pêşîya ewê kabîneyê ku her ji destpêkê ve pêngav bo encamdana wan hatîne havêtin.

Balyozê Birîtanyayê amaje bi wê yekê jî da, Daiş vegerîyaye deverên arîşe li ser û bo çareserkirina evê pirsê jî, ew alîgirîya pêşnîyaza Netewe yên Yekgirtî dikin ku ew pêşnîyaz jî vegerîyane bo destûrê.

 Hevdem Cêymis Sorinton, Kunsulê nû yê Birîtanîya li Hewlêrê tekez kir ku di dema dahatî de welatê wî û herêma Kurdistanê dibin dû hevpeymanên giringên sitratîcî.