Mesrûr Barzanî rola Desteya Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhanî bilind nirxand

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhanî Dr. Abdula El Mehtoq û şanda pê re kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhanî Dr. Abdula El Mehtoq û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê dewleta Kuwêtê li Herêma Kurdistanê amade bû, Serokê Desteya Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhanî spasiya Herêma Kurdistanê ji bo vehewandina hejmareke mezin ji koçberên navxweyî û derveyî kir û behsa alîkariyên hawarhatinê desteya wan kir, ku bi hevkariya bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re li ser koçberan hatine belavkirin.

Dr. Abdula derbarê karê dezgeha xwe de ragihand, desteya wan xizmetguzariyan pêşkêşî kesên ku pêwîstiyan wan pê heye dike û bi taybet zarokên sêwî û malbatên bê xwedî, ji bo ku ew ji qonxana pêwîstiyê ber bi qonaxa berhemanînê ve biçin.

Li hemberê, Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo her asankariyê ji her karekî xêrxwaziyê re derbirî û rola Desteya Xêrxwazî ya Îslamî ya Cîhanî di dabînkirina hevkariyên mirovî de bilind nirxand û ragihand, Herêma Kurdistanê tevî bargiraniya birîna budce û şerê DAIŞê li ser bû, li gor karînên xwe û bê cudahî hevkarî pêşkêşî koçberan kir.

Mîkanîzma bilzbûna pêşkêşkirin û dabînkirina pêwîstiyên seretayî yên jiyanê ji aliyê pêwendîdar ên navdewletî û dezgehên xêrxwaziyê yên cîhanê ji kampên koçberan li Herêma Kurdistanê aliyekî din ê wê hevdîtinê bû.

 

S. B