Rûsya: Hêzên Sûriye ji Meret Elniman vekişiyan

Rûsya radighîne, piştî kontrolkirina bajarê Meret Elniman, ku mezintirîn baregeha çekdaran bû li başûrê Îdlibê, Artêşa Sûriyê ji wî bajarî vekişiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya radighîne, piştî kontrolkirina bajarê Meret Elniman, ku mezintirîn baregeha çekdaran bû li başûrê Îdlibê, Artêşa Sûriyê ji wî bajarî vekişiya.

Navenda Himêmîm a Rûsyayê di daxûyaniyekê de ragihand, ji ber tundiya şer ê rasterast ligel grupên teroristî li Meret Elniman, hêzên hikûmeta Sûriyê ji wî bajarî vekişiyan.

Gotiye jî, sedemê vekişandinê dikare jî, ji ber ku hêzên Rûsî yên asmanî nikariye beşdarî proseya piştevaniya hêzên bejahî yên Sûriyê bike û hêzên Sûrî jî, nekariye operasyonên xwe li nav bajaran birêve bibe , û ezmûna wan di şerê kolanan de kêm e.

 

 

 

C.B