Serok Barzanî: Sepandina zordariya siyasî û leşkerî li Kerkûkê û navçeyên din nayê qebûlkirin

Serok Barzanî li Selahedîn ligel Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê civiya û di gotarekê de ragihand, sepandina zordariya siyasî û leşkerî li Kerkûkê û navçeyên din nayê qebûlkirin û divê bidawî bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî li Selahedîn ligel Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê civiya û di gotarekê de ragihand, sepandina zordariya siyasî û leşkerî li Kerkûkê û navçeyên din nayê qebûlkirin û divê bidawî bibe.

Di civînê de, endamên Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê kurteyek derbarê kar û çalakiyên siyasî û rewşenbîrî û ferhenga yekîtiya wan bo xizmetguzariya kenc û lawên Kurdistanê diyar kirin û çareserkirina girifên xwe xistin rû. Herwiha Serok Barzanî amadekariyên girêdana 8emîn kongira ya Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê agahdar kirin.

Herwiha Serok Barzanî di gotarekê de destxweşî li stafa serkirdatiyê û hemû endamên Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwast. Herwiha amaje bi rol û bandora wê yekîtiyê di qonaxên cuda ên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de kir.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî tekezî li ser rola jinê di jiyana siyasî, kulturî û civakî de kir û daxwaz jî kir ku di kongreya bê û çalakiyên Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê  de pêgeh û rola keç û jinan ferehtir be û bi pêwîstî zanî ku zemîne bo beşdariya wan a zêdetir di warên cuda de werin kirin.

Di beşeke din a gotarê de, Serok Barzanî ronî xiste ser yek ji girîngtirîn erkên Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, ku dirustkirina hişyariya netewî û niştimanî di nava çîna lawan de ye û bi pêwîstî zanî ku law rûbirûyî wê ferhengê bibin ku hewl didin buhayên civakî bê wate bikin û law û ciwanan ber bi bêhêvî bibin û ji niştimanperweriyê bidûr bikevin.

Ew yek jî anî ziman ku pêwîst e ferhenga Pêşmergatiyê di nava lawan de de geş bibe, ku ferhenga fedekarî û hezkirina niştimanî ye.

Herwiha di civînê de, Serok Barzanî ronî xiste ser qonaxa pêş referandûmê û bûyerên piştî referandûmê û herwiha serkeftina PDK di hilbijartinên Parlemantoya Iraqê de û dupat kir ku sepandina zordariya siyasî û leşkerî li Kerkûkê û navçeyên din nayê qebûlkirin û divê bidawî bibe.

 

S. B