Di 6 mehan de nêzîkî 6 hezar kes ji bajarên Îraqê awareyê Herêma Kurdistanê bûne

Li gor amarên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di 6 mehên burî de, nêzîkî 6 hezar kes ji bjarên Îraqê hatîne kempên awareyan li Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Li gor amarên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di 6 mehên burî de, nêzîkî 6 hezar kes ji bjarên Îraqê hatîne kempên awareyan li Herêma Kurdistanê.

Wek di wê amarê de hatîye, Ew malbatên di evê demê de vegerîyane hejmara wan 586 malbat in, ku bi egera xirabîya rewşa ewlehîyê ji bajarên Îraqê hatîne kempên Herêma Kurdistanê. Di nav wan de 301 malbat bo cara dûyê vegerîyane û hejmara wan 1263 kesin.

Di pişkeke dî ya amara Dezgeha Xêrxwazîya Barzxanî, xuya kirîye ku 5 hezar û 764 zaroyên bê bav li kempên Kurdistanê hene.

Li gor amarên fermî, niha nêzîkî yek milyon û 250 hezar awreyên Îraqî û 275 hezarên din jî ji welatên derdor li Herêma Kurdistanê akincîne.

Evro Dezgeha Xêrxwazîya Barzanî, amarên 6 mehên burî li ser awareyan belav kir.