Îran: Pirosêsa azadkirina gemîya wan bi ewayeke erênî birêve diçe

Serokatîya komara Îranê ragehand ku pirosêsa azadkirina gemîya wan bi ewayeke erênî birêve diçe.

K24- Hewlêr

Serokatîya komara Îranê ragehand ku pirosêsa azadkirina gemîya wan bi ewayeke erênî birêve diçe.

Rêveberê nivîsîngeha serok komarê Îranê, Mehmûd Waizî ragehandku pirosêsa azadkirina gemîya petrolhilgira Îranî Gireys Wen, ewa li Cebel Tariq hatîye desteserkirin bi awayeke erênî bi rêve diçe.

Ev axivtinên Waizî di demekê de ye ku duhî desthilatadarên Cebel Tariq azadkirina gemîya Îranê red kiribûn.

Di destpêkê de meha burî de, hêzên Cebel Tariq ku ser bi bi Birîtanîyayê ye destê xwe xistibûn ser gemîyeke petrol hilgira Îranî, li beranberî wê yekê jî, Îranê jî gemîyeke Birîtanî desteser kiribû.