Hejmara endamên Kurd di komîte ya nivîsîna destûra Îraqê dihêt zêdekirin

Hejmara endamên Kurd di komîte ya nivîsîna destûra Îraqê ji sê kesan bûne şeş kes.

K24- Hewlêr

Hejmara endamên Kurd di komîte ya nivîsîna destûra Îraqê ji sê kesan bûne şeş kes.

Nivîsîngeha ragehandina Beşîr Hedad, cêgirê serokê civata Nwênerên Îraqê ragehand: Bi hewla cêgirê serokê Perlemana Îraqê û tevaya firakisyonên Kurdistanî, hejamra endamên Kurd di komîteya nivîsînandina destûrê ji sê kesan hat zêdekirin bo şeş kesan.

 Di ragehandinê de hatîye, Roja Şembîyê Dr. Beşîr Hedad, cêgirê serokê Civata Nwênerên Îraqê nivîsarek arasteya serokayetîya Perlemana Îraqê kir bi aramanca zêdekirina hejmara endamên komîteyê û bi hewil û piştîvanîya firakisyonên Kurdistanî di nav Civata Nwênerên Îraqê de, karîn hejmara endamên Kurd di nav civata Hevwarkirina destûrê de  ji sê kesn zêde bikin bo şeş kesan.

Aşkera jî hatîye kirin ku endamên Kurd di komîteya nivîsîna destûrê de evin: Dr. Vîyan Sebrî, Dr Ciwan Îhsan, Yusif Mehemed Sadiq, Dr. Ebdulbarî Muderis, Dr. Cemal Koçer û serokê komîteya yasayî, Rêbwar Hadî.