Mistefa Cûma: Divê ji bo yekrêziyê gav bi pêş ve werin avêtin

Mistefa Cûma ji K24 re diyarkir, ku armancên Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê hene. Ew jî dagirkerî û hewla guherandina demografiyê bi ser rojavayê Kurdistanê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê  - Sûriye (PDK-S) Mistefa Cûma ragihand, ku rojavayê Kurdistanê tu caran nebû ye gef liser Tirkiye û bi taybet, piştî rêkeftina ligel Amerika û destpêkirina mekanizma û gerên hevbeş, qet metirsî liser Tirkiye peyda nekir.

Mistefa Cûma ji K24 re diyarkir, ku armancên Tirkiye beramberî rojavayê Kurdistanê hene. Ew jî dagirkerî û hewla guherandina demografiyê bi ser rojavayê Kurdistanê ye.

Mistefa Cûma di derbarê yekrêziya siyasî li rojavayê Kurdistanê anî ziman, ku Rêveberiya Xweser dive hin pêngavan were pêş û ENKS jî, ji alî xwe ve hin pêngavan were pêş û yekrêzî pêk be, ku hêvî û daxwaza gelê Kurdistanê ye.

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê  - Sûriye (PDK-S) Mistefa Cûma herweha spasî arasteyî raya giştî ya cîhanî û taybet a Kurdistanî kir, ku piştgiriya xwe gihandin e rojavayê Kurdistanê. Hewlên başûrê Kurdistanê, bi taybet ên Serok Barzanî, Serokê herêma Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bilind nirxand.