Çekdarên DAIŞê 4 kes li rojavayê Kerkûkê kuştin

Di dema dawî de, bi awayekî berdewam li navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê û riya Kerkûk – Bexdayê, bûyerên kuştin, teqandin û revandinê çêdibin

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro Duşemê 9/7/2018an, jêderekî emnî li parêzgeha Kerkûkê ragihand, ku çekdarên DAIŞê muxtarê gundekî nêzîkî bajarê Hewîce li parêzgeha Kerkûkê kuştin. Li nêzîkî bajarokê Riyad jî 3 cotkar bi sedema teqîna bombeyeke vedayî ya DAIŞê cane xwe jidest dan.

Wî jêderî diyar kir, ku hêzên emnî termê muxtarê gundê Zirban yê bajarokê Riyad ê ser bi Hewîce ve li rojavayê Kerkûkê dîtine, ku bi xwe jî berî heftiyekê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin.

Heman jêderî tekez kir, ku berî bêtirî du mehan çekdarên DAIŞê bavê wî muxtarî jî revandin û kuştin, ku ew bi xwe jî muxtar bû.

Di dema dawî de, bi awayekî berdewam li navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê û riya Kerkûk – Bexdayê, bûyerên kuştin û teqandin û revandinê çêdibin û xelkê navçeyê di metirsiyê de dijîn û hêzên emnî û serbazî yên Iraqî heya niha nekarîne wan navçeyan bi temamî kontrol bikin.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê berê yê navxweya Iraqê Baqir Zubeydî, li ser facebooka xwe ragihandiye, ku rêxistina DAIŞê 75 gund li parêzgehên Kerkûk, Selahedîn û Diyale kontrol kiriye.

Zubeydî nivîsiye: Sînorên desthilata DAIŞê ji başûrê bajarokê Reşad li başûrê Kerkûkê destpê dike û heya gundên rojavayê bajarokê Uzêm berdewam dike.

Bi gotina Zubeydî, serkirdeyên DAIŞê, ji zincîra çiyayên Hemrîn serperiştiya operasyonan dikin.

N.O