K24 ji nêzîk ve dîmenên dawî baregeha DAIŞê li Sûriyê vediguhêze

Peyamnêrê K24ê li nêzîkî Baxozê da zanîn, tenê bi sedan metroyan rûber di destê DAIŞ de maye, ji ber hebûna sivîlan ku DAIŞ wan wek mertalên zindî bikar tîne, niha şer rawestiyaye, lê şervan li benda fermana êrîşa dawiyê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li nêzîkî Baxozê da zanîn, tenê bi sedan metroyan rûber di destê DAIŞ de maye, ji ber hebûna sivîlan ku DAIŞ wan wek mertalên zindî bikar tîne, niha şer rawestiyaye, lê şervan li benda fermana êrîşa dawiyê ne.

Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih aşkere kir, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li esmana Baxozê digerin û şervanên HSDê jî li ser zemînê DAIŞ di rûbereke teng de dorpêç kiriye û li benda fermana êrîşa dawî li ser DAIŞê ne.

Şervanekî HSDê ji K24ê re got, ji ber hebûna hejmarek mezin ji welatiyên sivîl li Baxozê, wan şer rawestandiye û ew li benda fermana êrîşa dawî li ser DAIŞê ne.

Kamîreya K24ê ji nêzîk ve bajarokê Baxozê û derdora wê tomar dike, wek tê dîtin, şervanên HSDê û çekdarên DAIŞê hevdu dibînin.

Her di wê çarçovê de, îro çalakvanên Sûriyê behsa wê yekê kirin, bi dehan bas û barhilgir ên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî gihîtin kêlgehên nêzîkî Baxozê bo çekdarên DAIŞê û malbatên wan ên xwe radest kirine veguhêzin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî belav kir, 50 ta 60 bas û barhilgir gihîştin nêzîkî Baxozê û li gor rêkeftineke neragihandî bi DAIŞê, dixwazin çekdarên DAIŞê û malbatên wan ji wê navçê veguhêzin.

Li gor Rewangehê belav kiriye, tê çaverêkirin îro 20 Sibatê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bidawîhatina DAIŞê li dawî baregeha xwe de rabigihîne.