Şeyhanlioglu: Çareseriya pirsgirêkan - diyaloga gelên herêmê ye

Şeyhanlioglu destnîşankir, ku “Ev 100 sal zêdetir e bi ser peymana Sykes Pico derbas dibe, ku herêm belav û perçe kirin... Niha jî planên weha hene...

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê beşa pêwendiyên navdewletî û pêwendiyên siyasî yên Global ên  zanîngeha Entabê Dr. Huseyin Şeyhanlioglu, girêdayî herêma Ewle, projeyên li herêmê, gefên Operasyonê yên Tirkiye liser rojhilatê Firatê/rojavayê Kurdistanê,  ji K24 re axifî.

Şeyhanlioglu destnîşankir, ku “Ev 100 sal zêdetir e bi ser peymana Sykes Pico derbas dibe, ku herêm belav û perçe kirin. Niha jî, dibe ku hewldanek weha hebe – Amerika, Rûsya, Tirkiye, Îran her yek ji aliyê xwe ve, hewldanên weha didin. Liser xaka Sûriye tiştek mezin ava dikin. Lê, ev yek dê li Sûriye jî nesekin e. Ger Sûriye bibe dewletên federe jî – Ereb li aliyekî, Kurd li aliyekî, Elewî li aliyekî, Turkmen li aliyekî! Dê li vir bisekin e? Na, nasekin e! 100 sal berê Imparatorî hate hilweşandin. Dewletên nîjadî hatin dirust kirin, lê di rastî de ne yên yek nîjadî bûn e. Ne Tirkiye, ne Iraq, ne Sûriye, ne Îran…

Amerika ji 10 hezar km yan hatiye, Rûsya biser Derya ya Reş hatiye, ew ne ji bo çavên rêş ên Kurdan hatin e. Ew jib o berjewendiyên xwe hatin e. Divê em jî, ligor berjewendiyên xwe gavan bavêjin. Xlekên herêmê em pirsgîrekên xwe di nav hevdûdu de çareser bikin. Divê em maseyek deynin – Kurd, Ereb, Tirk, Ecem, em pirsgîrekên xwe bi xwe çareser bikin”.

Liser pirsên, ku Kurd xwestyarê yeksaniyê ne, çawa mafên Ereban, Tirkan, Farisan hene, ew ji dîxwazin xwedî mafên yeksan bin. Şeyhanlioglu, çareseriya pirsan di navbeyna van gelan de nîşan da!

Liser, ku Enqere, Şam, Tehran ligel Kurdan pirsan diyalog nakin, lê ligel alî û welatên dikin, Şeyhanlioglu got, ku: Çareseriya pirsan diyaloga di navbeyna gelên herêmê de ye…