Civata Asayîşê derbarê hêrişa Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê dicive
K24- Hewlêr
Hekmareke dîplomatkaran ragehand, piştî hêrişa Tirkiyê bo ser hêzên Kurdî li bakûra Suriyê, sube Pêncşembîyê Civata Asyîşa Nêvdewletî rûniştineke daxistî derbarê Suriya û operasyona Tirkiyê encam dide.
Dîplomatkaran aşkera kirine, ew rûniştin bo gotûbêjkirinêye derbarê rewşa Suriya , ev jî piştî wê yekê dihêt ku endamên Ewrûpayê daxwaza encamdana civîneke bi leza Civat Asayîşê kirin ku pêkhatibû ji Birîtanîya, Firansa, Elmanîya, Belcîka û Polenda.