Civîna Mayik Pêns û Erdogan derbarê êrişa Tirkiye bo ser Rojavayê Kurdistanê bi dawî hat
K24- Hewlêr
Civîna Cîgirê Serokê Amerîkayê Mayik Pêns û Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan derbarî êrişa Tirkiye bo ser Rojavayê Kurdistanê bidawî hat.
Cîgirê Serokê Amerîkayê Mayik Pêns û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Pompeo, bi armanca rawestandina operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê serdana Enqereyê kirin. Mayik Pêns û Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan piştî nîvroyê civiyan û civîn demjimêrek û 40 xulekan berdewam kir.
Piştî hevdîtina Pence û Erdogan, civîna navbera şandan destpê kir. Mayik Pêns di destpêka hevdîtinê de ji bo hevdîtinê spas kir. Derbarê hevdîtinê de daxuyaniya fermî nehate dayîn
Amerîka ji Tirkiyê dixwaze, operasyonê bidawî bîn e û bi rayedarên HSDê re dest bi danûstandinan bike.