HDP: Nûçeyên li ser gireva birçîbûnê belav dibin, tenê îdiane û nemisogere
K24- Hewlêr
Parlementerekî HDPyê radigihîne: Nûçeyên di derbarê girevên birçîbûnê de belav dibin, tenê îdiane û misoger niye.
Parlementerê HDPyê û herwiha biraziyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan dibêje: Abdullah Ocalan digel parêzerên xwe hevdîtin kiriye. Lê ji bo dawîkirina girevên birçîbûnê çi bangeke Ocalanî negihiştiye destê wan.
Herwiha di rojeva HDPyê de ji bo dawîkirina girevên birçîbûnê gengeşeyek bi vî rengî niye. Nûçeyên ko di derbarê dawîkirina girevên birçîbûnê de belav dibin bêbingeh û ji rastiyê dûr in.