Beşîr Hedad: Seredana Serokwezîrê Kurdistanê nîşandan a niyazpakiyê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Beşîr Hedad ragihand, armanc ji serdana Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re bo Bexdayê nîşandan a niyazpakiya herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna her dû aliyan de ye.
Got jî, pêwîst e pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de werin pêşxistin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi şandek berfereh a wezîrên herêmê Kurdistanê, seredana Bexdayê kir û di bernameyê de hevdîtin ligel her sê serokatiyên Iraqê – Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlementoyê re civîn lidar ketin.
C.B